.
Wêne: Michael Sohn

Löfven pîrozbahiya Merkel dike

Ann Linde:”Wê guftûgoyên hikûmetê zehmet bin”
3:14 min

Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfven pîrozbahiya seroka Almaniya Angela Merkel kir ji bo serkeftinên partiya Demokratên xiristiyanî (SDU) di hilbijartina Almaniya de.

Löfven ji Bîroya rojnameyan ya nûçeyan, TT, re dinivîse ku şevê din pîrozbiahiya Merkel kir piştî serkeftina wan di hilbijartina Almaniya de. Löfven got ku ”ez bi geşbînî li berdewamiya hevkariya me ya nêzîk dinerim, ya di navbera her du welatan de, ser asta Ewrûpayê û ya global jî. Em divê bi hev re kar bikin ji bo Ewrûpayayek bihêz û demokratîk”

Partiya Demokratên xiristityanî doh di hilbijartina Almaniya de bi serket û partiya Sosyaldemokratan (SPD) bi hêz bi paş ve çû.

Wezîra Yekîtiya Ewrûpa ya Swêdê, Ann Linde ji partiya Sosyaldemokratan encamên sosyaldemokratan di hilbijartinê de mixabinî dibîne.

-Bêguman ez mixabin dibînim ku Sosyaldemokrat di hilbijartinê de bi paş ve çûne. Temamê koalîsyonê bi paş ve çûn lê em dibînin ku Merkel wê berdewam bike. Em bi hêvî ne ku hikûmetek nû bibînin lê wê  guftûgoyên hikûmetê di rewşeke zehmet de bin.

Derbarê wateya encamên vê hilbijatinê ji bo hevkariya YE, Ann Linde wisa ji Radyoya Swêdê re dibêje:

-Almaniya ji bo hevkariya YE yê gelekî giring e, bi taybetî nuha bi hevkariya li gel Fransayê re. Ez bi hêvî me ku Merkel her wekî beriya nuha bi karê xwe yê derbarê pirsên bi YE ve girêdayî ne berdewam be.

Serokê partiya Demokratên Swêdê Jimmie Åkesson pêşketinên partiya Alternatîv ji Almaniya re (AFD) gelekî baş dibîne lê Jonas Sjöstedt, serokê partiya Çep pêşketinên aliyên rastgir xembarî dibîne.

Her Jonas Sjöstedt jî pîrozbahiyên xwe bi rêya Twitterê dişîne lê bi taybetî ji partiya çep ya almanî re ji bo pêşketinên wan di vê hilbijartinê re.

Serokê partiya Lîberalan ya Swêdê Jan Björklund ji bo vegera lîberalan (FDP) ya muhtemel li parlamana almanî kêfxweş e û wan pîroz dike. Her ew jî li ser Twitterê dinivîse ”pêşketineke mezin e û ciyê wan di hikûmetê de muhtemel e”

Wisa diyar e ku wê hikûmeta almanî ya nû bi rengê van her sê partiyan pêk bê, partitya Demokratên xiristiyanî, Lîberal û partiya kesk ya jîngehê. Ev model beriya nuha li ser asta hikûmetî ji bo tememê Almaniyayê nehatiye ceribandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".