Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

”Mirov nizane xewn e yan rastî ye”

"Ez nû bi hebûna xwe hesiyam"
4:16 min
Kurdistan folkomröstning kurdiska flaggor
Mîna rojeke cejnê xelk bi cilên ciwan û alayên Kudistanê diçine ser sindoqan. Wêne: SAFIN HAMED

Kurdistaniyên ku di vê roja dîrokî de ji Swêdê berê xwe dane başûrê Kurdistanê behsa atmosfereke coş û şahî dikin.

Îro li Herêma Kurdistanê giştpirsiya ji bo serxwebûnê tê li dar xistin.

Kurdistaniyên ji başûr wê biçine ser sindoqan û dengê xwe bidin bê ew serxwebûnê dixwazin an na. Bi munasebeta vê roja tarîxî gelek kes ji Ewrûpa û Swêdê jî çûne Kurdistanê. 

Herçend mecal heye mirov ji Swêdê jî dengê xwe bide Hêriş Sadûn dibêje ji bo xweşiya vê rojê li cî bijî ew çûye Kurdistanê. Ew dibêje nizane di xewnekê de ye yan rastî ye.

 Kesek din ku dîsa ji bo dengdanê ji Enköping çûye Kurdistanê, bajarê Duhokê Beşîr Beroşkî ye. Ji Şaho re wî behsa hestên xwe yên vê rojê kir. Ew dibêje cara ewil e ew bi hebûna xwe hesiyaye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".