Brand moské Vivalla Örebro
Şewata mizgefta Vivalla ya li Örebro Wêne: Katarina Höije/Sveriges Radio.

Agir bi mizgefta Örebro ket

Nîvê mizgeftê şewitiye
1:00 min

Kesekî 20 salî bi gumana ku agir berdaye mizgefta Vivalla ya li Örebro îro hate girtin, lê polîs dibêje ew tu sebebên siyasî yan dînî vêga di agirdadanê de nabînin.

Şevê din agir bi mizgefta Vivalla ya li Örebro ket. Kes birîndar nebû lê nîvê mizgeftê şewitî.

Mattias Heimdahl ku di îtfaîyeya Nerikes de kar dike dibêje piştî saet 2ê şevê ew gihane ciyê şewatê. Zerara canî li tu kesî nebûye, lê heta ku agir xistine bin kontrolê de nîvê mizgeftê şewitiye.

Heta niha nayê zanîn bê agir çima derketiye, lê polîs weke şewitandina bi qesda kuştinê rapora xwe nivîsiye.

Abdul Rahman Nour yek ji wan gelek kesan e ku dibêje ew bi malbata xwe re gelek caran dihatin û li vê mizgeftê kom dibûn. Heman êvarê heta dereng jî ew li mizgeftê bûye û dibêje ew ji me re mîna malekê ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".