Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Çima Swêd destekê nade referandumê?

Hat weşandin tisdag 26 september 2017 kl 17.10
”Divê pira navbera Kurdistan û navdewletî were ava kirin”
(10 min)
Margot Wallström kurdisk folkomröstning Omar Sheikhmous
Wezîra Derve Margot Wallström cardin helwesta Swêdê ya li ser referandumê dubare kir. Omar Şêxmûs dinirxîne. Wêne: TT & Sveriges Radio.

Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallström di roja giştpirsiya başûrê Kudistanê de daxuyaniyeke nû da û cardin bi zelalî got ew alîgirên yekîtiya Îraqê ne.

Digel rexne û hişyariyên navneteweyî jî duh Hikûmeta Herêma Kurdistanê çû giştpirsiyê. Herçend heta niha encamên dawî nehatibine eşkere kirin jî tê ragihandin ku rêjeya beşdariyê bilind bûye û tu şik têde nîne ku aliyê serxwebûnê piraniya dengan wê bîne.

Yek ji wan dewletên ku di qada navneteweyî de nêzîkî Kurdistanê tê hesibandin lê di meseleya referandumê de rexnegir bû Swêd e. Berya referandumê Wezîra Derve Margot Wallström ragihandibû ku ”heta mimkun be divê yekîtiya Îraqê were parastin”.

Duh, ango roja referandumê dîsa Margot Wallström derbarê referandumê de nivîsek belav kiriye. Tevahiya daxuyaniya Margot Wallström me wergerandiye kurdî. Wallström vêya dibêje:

”Di hezîranê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku ji bo serxwebûna herêmê giştpirsiyê li dar bixe. Îro, 25ê îlonê giştpirsî hate kirin. Lewra girîng e ez nêrîna Swêdê ya li ser giştpirsiyê zelal bikim.

Hikûmet (Swêd) alîgirê Îraqeke yekgirtî ye. Pirsa serxwebûneke muhtemel ji bo herêma kurdî divê bi diyaloga aştiyane û avakar a navbera paytexta herêmê Erbîlê û paytexta hikûmeta navendî ya Îraqê Bexdayê de were çareserkirin.

Prensîpa mafê gelan ê çarenûsê ji bo hikûmetê (Swêd) mafekî bingehî ye û Swêd hem di konseya ewlekariya Neteweyên Yekgirtî de, hem jî di Yekîtiya Ewrûpa de ew aniye rojevê. Ev mafê ku mirov yekser dewleteke serbixwe ava bike nade, Merheleyên cuda yên xweseriyê hene. Herêma kurdî ya li Îraqê îro jî awayekî xweser e û ev di destûra bingehîn de ye.

Swêdê di konseya ewlekariyê de piştgiriyeke xurt daye hewldanên NY ên ji bo pêşdebirina danûstandinê, nexasim bi riya qasidê taybet yê sekreterê giştî bo Îraqê.

Nêrîna hikûmetê ev e. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di nav de, Îraq divê giraniya xwe bide dijwariyên acîl ên li welêt. Piştî serkeftina eskerî ya li hemberî Daişê pêdivî bi îstiqrar û lihevhatineke demdirêj a navxweyî heye. Hevkariya navbera hikûmeta navendî ya Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di têkoşîna hemberî Daişê de serkeftî bûye. Gereke ev hevkarî were berfirehkirin da ku pirsa paşeroja statuya herêma kurdî were çareserkirin. Ji bo rewşeke aştiyane ya li welêt û kêmbûna aloziyên li herêmê diyalog û berdewamiya hevkariyan şert e.

Min bi xwe û şêwirdara wezareta derve Annika Söder di civînên bi nûnerên hikûmeta navendî li Bexdayê û Hikûmeta Herêma Kurdsitanê re ev peyam dane.

Pêwendiyên Swêd û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev gelek sal in baş in, nexasim bi saya wê ku gelek swêdî bi eslê xwe kurd in.”

Ev nivîsa wezîra derve ya Swêdê Margot Wallström e ku duh, ango di roja referandumê de di Facebooka xwe de belav kiriye.

Derbarê siyaseta Swêdê ya li ser referanduma başûrê Kurdistanê me hevpeyvînek bi siyasetnas Omar Şêxmûs re kir. Li gor Şêxmûs kurdan bi guhnedana hêzên navneteweyî şaşîtî kirine. 

Ji bo daxuyaniya Wallström û hevpeyvîna bi Omar Şêxmûs re li rapora dengî guhdarî bike!

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".