Komeleya kurdî li Göteborg. Wêne: prîvat.
1 av 2
Komeleya kurdî li Göteborg. Wêne: prîvat.
.
2 av 2
Komeleya kurdî li Göteborg. Wêne: prîvat.
Koçer Yûnis Çelkî, seroka komeleya kurdî li Göteborg:

”Çapemenî û siyasetmedarên swêdî xemsar in”

”Me ta derengî ev roj pîroz kir”
5:29 min

Li gelek deverên Swêdê ji doh ve kurd bi awayên cuda pêvajoya gişpirsiya ji bo serxwebûna Kurdistanê pîroz dikin. Komeleya kurdî li Göteborg amadekirineke taybet ji bo pirsa referandumê danî û doh ta derengî pîrozkirin berdewam bû.

Koçer Yûnis Çelki, berpirsa komeleya kurdî li bajarê Göteborg ye. Ji bo endamên xwe û herweha kurdên derdora bajarî dijîn, komeleya kurdî di vê heftiya dawî de amadeyiyeke taybet ji bo referandumê danîbû. 

Di çendîn rojan de komele ta derengî vekirî bû ji bo ku alîkariya kurdên Göteborg bike di pêvajoya dengdanê de.

Komeleya kurdî li Göteborg dora 300 endam hene, beşek ji wan doh, 25 september, piştî sîstema dengdanê hate girtin li komeleyê civiyan û bi kêf û coş ev roja dîrokî bi hev re pîroz kirin.

Koçer Yûnis Çelkî dibêje em ji ragihandinên kêm ya çapemeniya swêdî û bêdengiya siyasetmedarên swêdî derbarê gişpirsiya serxwebûna Kurdistanê hêvîşikestî ne.

Ji ber vê yekê komeleya wan biriyar daye balê bikişînin ser vê pirsê bi kêfeke mezin di navenda bajarê Göteborg de roja şemiyê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".