Hanna Wigh, Jimmie Åkesson med flera SD-toppar
Hanna Wigh ji partiya xwe îstifa kir û rexneyên tûj li rêvebiriyê dike. Wêne: TT
Demokratên Swêdê

Wigh partiya xwe bi durûtiyê gunehbar dike

"Çavên xwe ji destdirêjiyên navxweyî re digrin."
3:43 min

Parlamentereke Demokratên Swêdê ku yek ji siyasetvanên dorhêla herî navendî ya partiyê dihate hesibandin, Hanna Wigh dev ji partiya xwe berda. Sebeb îdiaya destdirêjiyê û ”durûtiya partiyê” ye.

Min kara xwe dikir ez derkevim der da ku çixareyekê vexwim. Hevalekî min yê ji partiyê ku berya niha hin hişyarî dabûne min hat derî girt. Bi destekî wî bi sukra min girt û pişta min da dîwêr û destê xwe yê din di bin şalê min re xiste nav paqê min de.

Bûyera ku Hanna Wigh dibêje hatiye serê wê berya du salan rûdaye. Ew dibêje berya hingî jî ew pê hesiyabû ku vî kesî destdirêjiyên wiha bi kesên din jî kiriye û bi taybetî ji bo ku navê partiyê xerab nebe heta niha bêdeng maye. 

Niha Hanna Wigh ji partiya xwe îstifa kiriye. Duh, Wigh eşkere kir ku herçend rêvebiriya partiyê dizanîbû ew behsa kê dike jî wê navê parlamenterê gunehbar daye serokê partiyê Jimmie Åkesson. Lê hêj wê navê gunehbar nedayî, rojekê berê Demokratên Swêdê bi xwe giliyê kesê ku tê gunehbarkirin li cem polîs kir û polîs vekolînek daye dest pê kirin.

Derbarê kesê bi destdirêjiyê tê gunehbarkirin de serokê Demokratên Swêdê Jimmie Åkesson dibêje:

Ew çûye malê û heta ku vekolîn bi dawî nebe ew ê neyê. Bi qasî ku ez dizanim bi polîs re ketiye pêwendiyê û gotiye ew ê heta dawiyê bi polîs re alîkar be. Em pir cidî li vê meselê dinêrin û heta ku vekolîn neqede kesê gumanbar wê beşdarî karê parlamenê nebe.

Belê, Åkesson dibêje parlamenterê ku tê gunehbar kirin ji kar hatiye dûrxistin û tişta lazim ew ê bikin. Lê Hanna Wigh behsa kultureke durû ya partiya xwe dike. Ew li xwe mikur tê ku di pêşdebirina vê kultura xerab de ew bi xwe dewreke mezin lîstiye. Lê dibêje êdî wê nikariye vê kultura heyî tamûl bike, ev bûye sebeb ku vekirî, bi dengekî bilind êdî behs bike.

Durîtiyek heye. Partî beramberî hilbijêrên xwe ne samîmî ye. Demokratên Swêdê weke partî tim pirsa ewleyiya jinan derdixe pêş, lê li hember êrîşên navxweyî yên li hember jinan bêdeng dimîne. Li hember sûcan daxwaza cezayên giran dike, li hemberî bertîlxweriyê derdikeve, lê di nav partiyê de bertîlxweriyeke sîstematîk a ehbap-çawiştiyê heye û çavên xwe ji hev re digrin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".