NMR demostration
Berya du heftiyan NMR li Göteborg xwepêşandaneke bêdestûr li dar xistibû. Wêne: Björn Larsson Rosvall/TT

Ji ber xwepêşandana naziyan polîs tedbîrên berfireh digre

Xwepêşandana naziyan, cejna mûsewiyan û fûara kitêban di yek rojê de ne.
1:28 min

30ê vê mehê, ango roja şemiyê rêxistina nazîst NMR li Göteborg xwepêşandanekê li dar dixe. Polîs ji ber sebebên ewleyiyê riya xwepêşandanê guhertiye, lê NMR niha biyarê îtiraz dike.

Polîsê Göteborg radigihîne ku ew ji xwepêşandana rêxistina nazîst ya bi navê Tevgera Têkoşîna Bakurî – NMR re hazir in, ji herêmên din ên Swêdê polîs alîkarî ji wan re şiyaniye û ew ê kamerayan bi xwe ve bikin. 

Roja şemiyê xwepêşandana NMR e û di heman rojê de hem fûara kitêban e, hem jî cejna mûsewiyan e. Lewra polîs hem riya xwepêşandanê guhertiye, hem jî ji bo ku pêşiya pevçûnan bigre tedbîrên berfireh girtine. 

Di 17ê îlonê de dîsa li Göteborg NMR xwepêşandaneke bêdestûr li dar xistibû. Bi gumana tehrîqê niha çendîn pêşlêkolîn hatine destpêkirin. 

Li gor texmîna polîs di vê şemiyê de derdorê 1000 kesî dibe ku tevlî xwepêşandana rêxistina nazîst bibin.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".