Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

”Me bawer nedikir Swêd wê li dijî referandumê be”

Hat weşandin onsdag 27 september 2017 kl 14.35
”Proseyeke dirêj li pêş me ye”
(3:15 min)
Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Swêdê, Şoreş Qadir Rahîm.
Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Swêdê, Şoreş Qadir Rahîm. Wêne: شاهۆ موانی

Gişpirsiya ji bo serxwebûna Kurdistanê qediya û pêşbînî ber bi aliyê erê ve ne, îca gava piştî vê çiye û nuha wê çi bibe? Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Swêdê, Şoreş Qadir Rahîm dibêje proseyeke dirêj li pêş me ye.

Piştî eşkerekirina encamên dengdanê êdî proseya pêşerojê û danûstandinên diplomasî bi Swêdê û welatên din re dest pê dike, li gor Şoreş Qadir Rahîm yê bi rêya telefonê ji başûrê Kurdistanê behsa gavên li pêş me dike.

Derbarê helwesta wezîra karûbarê derve ya Swêdê, Margot Wallström ji partiya Sosyaldemokratan, ser daxuyaniya wê ku ew Îraqeke parçekirî naxwazin Şoreş Qadir Rahîm rexnegir e û dibêje daxuyaniya wê û helwesta Sosyaldemokratan ji hev cuda ne.

Çima referandum piştgîrî ji welatên serbixwe yên cîhanê nedît, ev ecêb e bi nerîna nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê. Şoreş Qadir Rahîm dibêje çend welatin hene ticarî wê piştgîriyê nedin serxwebûna Kurdistanê lê me ticarî bawer nedikir ku welatekî wekî Swêd li dijî referandumê derkeve.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".