Nya ordföranden för Sverigedemokraterna i Dalarna Madelene Vestin
Madelene Vestin seroka SD ya herêma Dalaran bû. Wêne: Falu kommun / Sveriges Radio.

Demokratên Swêdê berda sê siyasetvanên xwe yên herêmî

"Li dijî exlaqê partiyê tevgeriyane"
1:15 min

Demokratên Swêdê îro ragihand ku wan berdaye sê siyasetvanên xwe yên herêmî. SD dibêje "ev kes li dijî nirx û rêbazên partiyê yên exlaqî tevgeriyane".

Kesên ji partiyê hatine avêtin ev in: Seroka partiyê ya Dalarna Madelene Vestin, Ingemar Aronsson ku serokê grûpa partiyê li Lessebo ye û Benny Lundh Johansson, ku serokê grûpa partiyê li Alvesta ye. 

Gava Radyoya Swêdê li seroka partiyê ya Dalarna Madelene Vestin geriya haya wê jê nebû ku ew ji partiyê hatiye derxistin û lê ecêb hat ku çapemenî berya wê bi biryarê hesiyaye. 

Berpirsê Demokratên Swêdê yê ragihandinê li Stockholmê Henrik Gustafsson ji Smålandsposten re dibêje derheqê van kesan de vekolînek hebû. Rêvebiriya partiyê roja duşemê gihaye wê encamê ku van kesan ji partiyê bavêje, ji ber ku ” ew li dijî nirx û rêbazên partiyê yên exlaqî tevgeriyane”. 

Roja duşemê parlamentera Demokratên Swêdê Hanna Wigh gotibû destdirêjî li wê hatiye kirin, rêvebiriya partiyê çavê xwe ji tiştên wiha re digre û ji partiyê îstifa kiribû.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".