.
Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Wekî protesto fûarên din li Göteborg li dar dikevin

Nivîskara turk Asli Erdogan beşdarî fûarê dibe
1:45 min

Îro fûara kitêban li Göteborg dest pê dike. Ji ber beşdariya rojnameya Nya Tider ya ekstremîstên rastgir li ser dikeya mezin di fûarê de wê fûarên din yên alternatîv li bajarê Göteborg bêne li dar xistin.

Li Heden li navenda bajarê Göteborg fûara bi navê ”Bokmassan” li dar dikeve. Wê herweha roja înê û şemiyê xaniyê edebiyatê ya Göteborg jî fûareke alternatîv  bi navê ”Scener och samtal” li dar bixe.

Piştî ku beşdariya rojnameya ektremîstên rastgir ya bi navê Nya Tider di fûara kitêban ya li Göteborg de eşkere bû tevlîhevî û dijrabûneke di rojnameya Dagens Nyheter de çêbû. Dora 200 nivîskarî gotin ku ew wê fûara vê salê boykot bikin û beşdar nabin.

Mijara sereke ya fûara vê salê xwendin û perwerde ye. Ji sala 1985 ev fûar salane têne li dar xistin, par dora 100 000 kes serî li çar rojên fûarê dan.

Mêvaneke taybet di fûara vê salê de nivîskara turk û çalakvana mafê mirovan  Asli Erdogan e.

Wê ev seredan ji wê re bibe seredana yekem bo derveyî welat piştî ku qedexeya seferê li ser wê rabû.

Asli Erdogan havîna par hate girtin û 132 rojan di zindanê de ma ji ber tawanbarkirina progandaya terorê. Ew nuha aktuele bi berhevoka nivîsar û gotarên hunermendane ya bi navê ”Ne bêdengî jî ya me bi xwe ye”. Wê ew di fûarê de beşdarî guftûgoya derbarê azadiya derbirîna bîrûbaweriyê, mafê mirovan û rewşa siyasî ya îro li Turkiyê li dar e, bibe.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".