Porträtt på Maria Ågren.
Maria Ågren, rêvebira berê ya Transportstyrelsen. Wêne: Peter Weyde/Sveriges Radio

Maria Ågren ji kar hate avêtin

"Ågren li gor pêbendiyên erka xwe kar nekiriye"
1:10 min

Di dîroka modern a Swêdê de ji bo cara pêşî hikûmetê birêvebireke giştî ji kar avêt. Kesa ji kar hate avêtin birêvebiria berê ya Daîreya Veguhastinê, Transportstyrelsen, Maria Ågren e.

Destpêka îsal hikûmetê ragihandibû ku nêrînên cuda li ser awayê rêvebiriya Daîreya Veguhasatinê hene û lewra Maria Ågren ku hingî rêvebira giştî ya daîreyê bû ji kar hatibû derxistin. Şeş mehan piştre rojnameya Dagens Nyheterê derxist holê ku sebeba vê biryarê ewleyiya sîstema daîreyê bû. Guman hebû ku Ågren sûcên qanûnî kiribin. Maria Ågren ev îdia bi tundî red kiribûn.

Îro heyeta berpirsiyariya dewletê ragihand ku hikûmetê biryareke rast daye û diyar kir ku Maria Ågren li gor pêbendiyên erka xwe tev negeriyaye û ji karên resmî bi temamî ji tê avêtin. 

Maria Ågren bi nivîskî bersivek li ser biryarê weşandiye û dibêje:

”Min hêvî dikir ku ez bikaribim di karên resmî de dewam bikim. Niha ezê tecrûbeyên xwe yên rêvebiriye li devereke din bi kar bînim”.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".