Hamza Yalcin Interpol
Hamza Yalçin li ser daxwaza Tirkî ji aliyê Interpolê ve hatiye girtin. Wêne: ISHARA S. KODIKARA

Hamza Yalçin tê berdan

1:19 min

Hamza Yalçin ku ji destpêka tebaxê ve li Spaniya girtî ye ji zindanê tê berdan, lê heta ku biryara mehkemeyê dernekeve nabe ku ew ji Spanya derkeve.

Hevjîna Hamza Yalçin, Seda dide zanîn ku îro êvarî Yalçin dê were berdan. Lê heta 11ê cotmehê nabe ew ji Spanya derkeve.

Hamza Yalçin nivîskarekî hevwelatiyê Tirkî û Swêdê ye, lê ev demeke dirêj e ew li Swêdê dimîne. Ew herwiha qunciknivîsê kovareke rexnegirê rejima Tirkiyê ye. Tirkî navê wî weke terorîst xistiye lîsteya polîsê navneteweyî Interpolê. Li ser vê daxwaza Tirkî ji destpêka tebaxê ve ew li Spanya girtî, di zindanê de ye. 

Belê, di 11ê meha deh de wê diyar bibe bê Yalçin ê beraat bike yan daxwaza teslîmkirina wî ya Tirkî bimîne. Hevjîna wî, Seda dibêje herçend hêj xetera teslîmkirinê hebe jî hêviyên wan niha geştir bûne ku Yalçin beraat bike û bikaribe vegere mala xwe ya li Swêdê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".