flygplatsen i Erbil, irakiska Kurdistan
Bexda bi astengkirina riya azmanî bersiva referandumê dide. Wêne: SAFIN HAMED

Riya azmanî ya başûrê Kurdistanê tê girtin

3:48 min

Li hemberî referanduma başûrê Kurdistanê hikûmeta Îraqê biryar daye ku sibê ji saet 18 û pê de çûnûhatinên azmanî yên başûrê Kurdistanê rawestîne.

Bi taybetî bi munasebeta giştpirsiyê vêga bi hezaran mirov ji welatên derve li Kurdistanê ne. Di nav van de gelek kesên ji Swêdê jî hene û bi biryara Bexdayê re ew dikarin li wir asê bimînin. 

Roza ku ji Swêdê çûye dibêje ew ê sibê berya ku astengkirina balafiran dest pê bike ji Kurdistanê derkevin.

Kesekî din ku vêga li başûrê Kurdistanê ye qunciknivîsê rojnameya Gävle Dagblad Bawer Ismail e. Bileta wî ya ji bo vegerê roja duşemê ye. Û li gor biryara Bexdayê ew ê nehêle hingî balafir rabin.

Li ser pirsa bê eger firîna balafiran were asteng kirin pêşniyazên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo kesên asê bimînin wê çi be Azad Omar Mûsa ji Wezareta Veguhastina Kurdistanê dibêje halê hazir ew bi Bexdayê re di nava gotûbêjan de ne û ne di wê qonaxa ku li alternatîfên din bigerin de ne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".