Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Det brinner i en industrilokal. Giftig rök sprider sig österut mot Giraffens köpcentrum. Alla som befinner sig i området bör bege sig därifrån. Boende i området uppmanas att gå inomhus och stänga dörrar, fönster och ventilation. För mer information lyssna på Sveriges Radio P4 Kalmar.
(Publicerat igår kl 17.16)
.دەزگای کەشناسیی سوید هۆشیاری پلە سێی بەهۆی توانەوەی بەفرو هەستانی لاڤاوەوە لە هەرێمی یاڤلەبۆرێ ڕاگەیاند
Internationella flygplatsen i Erbil
Från och med fredag kan alla internationella flyg från Erbil ställas in. Wêne: Safin Hamed/AFP
Talar Faiq Salih
Guhdar bike
(1:20 min)

Rêwîtiyên asmanî yên Kurdistanê têne rawestandin

Hat weşandin fredag 29 september 2017 kl 15.35

Îro piştî nîvro birêvebiriya balefirgeha navneteweyî ya Hewlêrê ragihand ku ji îro saet 18 ve bi dema Kurdistanê wê hemû rêwîtiyên derveyî Kurdistanê bêne rawestandin.

Talar Faiq Salih, birêvebira giştî ya balefirgeha navneteweyî ya Hewlêrê di daxuyaniyeke fermî de ji bîroya nûçeyan ya fransî, AFP, re got ku hemû rêwîtiyên bo derveyî welat têne rawestandin ji bilî yên leşkerî, diplomasî û yên yarmetiya mirovî.

Di halê hazir de hejmareke mezin ji kurdên Swêdê li Kurdistanê ne û nearamin ji ber rewşa rêwîtiyên asmanî.

Hema hema hemû şirketên balefiran wê rêwîtiyên xwe bo Hewlêrê û Suleymaniyê rawestînin, lê rêwîtiyên hindirê welatî her berdewam in û bi vî awayî milet kare bi rêya Bagdadê derkevin derveyî welat.

Lê Azad Omar Mûsa ji Wezareta Veguhastinê ya Kurdistanê ji beşê kurdî yê Radyoya Swêdê re dibêje ku hîna nezelalî di rewşê heye. Di praktîkê de wê hikûmeta Bagdadê bi çi awayî balefirgehê kontrol bike, hîna ne diyar e.   

Azad Omar Mûsa herweha dibêje ku gelek şirketên balefiran rêwîtiyên xwe rawestandine lê wekî nimûne Lufthansa binêt e rêwîtiyên xwe normal berdewam bike.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".