Hamza Yalcin
Hamza Yalcin Wêne: Margareta Svensson/Sveriges radio

Hamza Yalçin wê radestî Tirkiyê neyê kirin

1:11 min

Nivîskar Hamza Yalçin ku li ser daxwaza Tirkî li Spanya hatibû girtin wê radestî Tirkiyê neyê kirin. Wezareta Derve ya Swêdê dibêje hikûmeta Spanya ev biryar standiye û Swêd jî agahdar kiriye.

Hamza Yalçin ku ji destpêka tebaxê ve li Spanya girtî bû duh ji zindanê hate berdan, lê heta ku biryara mehkemeyê dernekeve nabe ku ew ji Spanya derkeve. Biryara mehkemeyê 11ê cotmehê tê dayin, lê fikar hebûn ku Spanya dîsa jî wî teslîmî tirkî bike. 

Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallström di pelê hikûmetê de nivîsiye ku ew biryara Spanya bi memnûniyet pêşwazî dikin. 

Hamza Yalçin hevwelatiyê Swêdê û Tirkî ye. Ew qunciknivîsê kovareke çepgir a li dijî rejima Tirkiyê ye. Tirkî Yalçin gunehbar dike ku ew serokê rêxistineke terorê ye û lewra navê wî xistiye lîsteya polîsê navneteweyî Interpolê. Yalçin van îdiayan red dike û dibêje eger ez radestî Tirkî kiribama dê heta mirinê ez di zindanê de bihiştama.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".