Östersunds kapten Brwa Nouri
Kaptanê Östersund Brwa Nouri bi salan kaptaniya Dalkurdê kiriye. Wêne: Vilhelm Stokstad/TT
Lîga Ewrûpa

Östersund di cîhana futbolê de ecêban radike

1:15 min

Serkeftinên taximê futbolê Östersund ên di lîga Ewrûpa de  berdewam in. Duh Östersund li hemberî Hertha Berlin lîst û di saheya wê de maç 1-0 stand. Lehengê maçê vê carê jî bû lîstikvanekî ji bo kurdên Swêdê nas, Brwa Nûurî.

Di deqeya 23ê de Brwa Nuri bi penaltiyê tenha golê maçe avêt. Bi vî awayî Östersund niha serkêşiya grûpa J dike. 

Berya lîstikên Lîga Ewrûpa dest pê bikin qet texmîn nedihatine kirin ku taximê biçûk mîna Östersund, li hember taximên ewqas mezin ên ewrûpî wiha serkeftî be. Heta niha wan zora taximên mîna Galatasaraya Tirkî û PAOK Thessaloniki ya yûnanî birine. Di maça bê de ew ê li hemberî Athletic Bilbao bilîzin. 

Hêjayî gotinê ye ku kaptenê Östursund kurdekî ji başûrê Kurdistanê ye û bi salan wî kaptaniya Dalkurdê kiriye. Di van lîstikên bi taximên giregirên ewrûpî re Brwa performanseke pir baş nîşan daye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".