Ulf Kristersson, serokê nû yê partiya Moderatan.
Wêne: Janerik Henriksson/TT

Ulf Kristersson serokê nû yê partiya Moderatan e

1:57 min

Ulf Kristersson roja yekşemê di civîneke taybetî de bi yekdengî ji bo serokatiya partiya Moderatan hate hilbijartin.

Niha tê mereq kirin bê ka ew dê çi siyastekê deyne ber Moderatan û dê bi kîjan partiyan re havekrîyê bike.

Ulf Kristersson di bersiva pirsiyara Ekot de diyar dike ew dê berî hilbijartinan li gel partiyên hevbendiyê kar bikin ji bo deynana siyaseteke baştir û bi bawera wî ew hevbeşiyên di navbera partiyên hevbendiyê de hene dê vî karê wan hêsan bikin.

Li gor gotina wî ew dê bi partiyên hevbendiyê re programeke hilbijartinan ya hevbeş deynin, lê hîn ne diyar e ka dê hûrgiliyên wê programê çi bin û wî hîn ew derfet nedîtiye hevalên hevbendiyê bibîne û demê ew bi wan re rûne ew dê vê pirsê minaqeşe bikin.

Ulf Kristersson li ser pirsiyara bê ka ew dê bi Demokratên Swêdê (SD) re kar bikin got ku ew bes dixwazin bi hevbendiyê re hevkarî û xebatê bikin. Lê wî ew jî got ku parlemana Swêdê ji heşt partiyan pêk dihêt û mirov nikare bes heft partiyan bi tenê bibîne û wê partiya heştê ya deng pê hatine dan li derve bihêle.

Wî got ku ew fikir nake hevakariyê bi Demokratên Swêdê re bike ku nirxên wan yên hevbeş pê re nînin, lê got jî ku mirov nikare wan piştguh bixe.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".