Sê amerîkî xelata Nobel ya warê derman werdigirin.
Wêne: Jonas Ekströmer/TT

Sê amerîkî xelata Nobel ya warê dermanî werdigirin

1:04 min

Lêkolîner Jeffrey C Hall, Michael Rosbash û Michael W Young xelata Nobel ya warê dermanî werdigirin. Her sê lêkolîner ji Amerîkayê ne.

Ya heta niha hatibû zanîn ew e ku jiyana li ser erdî xwe li gel çerixîna kewkeba me guncandiye. Ku jîndaran seeteke biyolojî heye ku dikare biyolojiyên wan bi 24 seetên jiyanê re biguncîne.

Ya van hersê zanayan keşf kiriye ew e ka ecêbiya vê guncandin û vî karî çi ye û karibûn qepaxî ji ser şaneyên vê seeta biyolojî rakin û berçav bikin bê ka ew çawan kar dike.

Keşfên wan ji me re zelal dikin bê ka çawa nebat, heywan û mirov fîzyolojiya xwe dixebitînin ji bo ku ew baş amade bibin li hember qonaxên şev û rojê yên cida.

Ev xelat tevî xelatên din dê di dehê meha dehan de ji xwediyên wan re bên pêşkêş kirin. Hêjayiya xelatê 9 miliyon kron e û wê bêne dabeşkirin ser hersê lêkolîneran.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".