Robin Dahlén û Christian Karlsson.
. Wêne: Noella Johansson/TT
Wekîlê Hiqûqî yê Zarokan (BO):

"Divê zarokên tawananbar kirî nûnerên xwe yên hiqûqî hebin"

2:10 min

Li gor Wekîlê Hiqûqî yê Zarokan (BO) divê zarokên gumana tawanên giran li ser heye her ji jêpirsîna yekemîn nûnerên xwe yên hiqûqî hebin.

Piştî çend haletên balkêş wekîlê hiqûqî yê zarokan ji hikûmetê dixwaze ku ew lêkolînê bike li ser wê bê ka çawa mafên van zarokan di pêvajoya jêpirsînê de bên misoger kirin. Anna Karin Hildingson Boqvist seroka beşê lêkolînan li Wekîlê Hiqûqî yê Zarokan (BO) li ser vê pirsê dibêje:

- Haletên weha kêm car diçin dadgehê û ji ber vê jî pir giring e em bizanin ka çawa jêpirsîn bi wan re re tê kirin. Ka ew jêpirsîn di bin çi merc de çê dibe û da wan nûnerê xwe yê hiqûqî hebe ku ji wan re di wê rewşa ew tê de ne alîkar be.

Lêkolînên vê dawiyê li ser çend haletên jêpirsînê ji zarokên bin 15 saliyê de diiyar kiriye ku di wî warî de kêmasî hebûn. Bi taybetî di haletê Kevinî de, ku du birayên di pênc û heft saliyê de bi kuştina kurekê çar salî hatibûn tuhmetbar kirin. Lêkolînên ku pişt re hatibûn kirin diyar kir ku jêpirsîn bê wekîlê hiqûqî û di rewşên ne durist de hatibû kirin.

Lewma wekîlê hiqûqî yê zarokan ji bo rêgirtinê li ber van kêmasiyan çend pêşniyar xistine ber destê hikûmetê û Anna Karin dibêje ku divê wek kesên bê tawan reftar bi wan zarokan bihê kirin heta qanûn tawana wan destnîşan dike û ew jî dikare bes di dadgehê de bihê kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".