.
Wêne: Khaled Khatib/TT
Human Rights Watch:

Swêd yek ji baştirîn welatan e yên tawanbarên şerî dadgeh dike

1:33 min

Human Rights Watch di rapora xwe de diyar dike ku Swêd û Elmanya dixwazin wan kesên ku tawanên şerî li Sûryê kirine dadgeh bike.

Maria Elena Vignoli li Human Rights Watch û nivîskara vê raporê ji TTê re dibêje ku ev dê bi rastî hêviyekê bide qurbaniyên şerê Sûryê ku edalet li dunyayê heye.

Di nava şerê Sûryê de gelek tawanên mezin yên şerî hatine kirin û gelek kesên ku pê rabûne bê siza mane. Lê li Swêd û Elmanya çend ji ber tawanên ku wan di şerî de kirine hatine siza dan. Li gor rapora Human Rights Watch Swêd di pêşngiyê de ye di xebata li dijî tawanên ku li Sûryê hatine kirin.

Haleta herî dawîn li Swêdê ya zilamekê 32 salî bû ku dadgeha Södertörns ew ji ber tawana wî ya li dijî mirovan heşt mehan siza da. Wî zilamî wêneyên xwe girtibûn wextê wî heqaret li kuştî û birîndaran dikir. Ev kiryar di destpêka sala 2014ê de nêzîkî Dîmeşqê çê bûbû. Ew kesê 32 salî di 2015ê de wek penaber hat Swêdê û polîsî piştî zanyariyên li ser wî gehiştinê ew girt û li ser wê kiryarê hat dadgeh kirin.

Nivîskara raporê dibêje ku Swêd û Elmanya xwedî tecrube, qanûnên baş, sîstemeke dadwerî û saziyên ku di warê tawanên şerî de kar dikine, lê tiştine hene ku ew dikarin xwe tê de çêtir bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".