.
Wêne: JONATHAN NACKSTRAND

Xelata Nobel ya fîzîkê giheşte sê lêkolîneran

1:48 min

Xelatgirên vê salê yên xelata fîzîkê ya Nobelê Kip Thorne, Barry C. Barish û Rainer Weiss ne. Van her sê lêkolîneran xelata vê salê ji ber keşfa xwe ya mezin ya derbarê hêza kişandinê wergirtiye.

Îro saet 11:45 Akademiya zanistî ya şahî xelatgirên Nobelê di warê fîzîkê de eşkere kirin. Ew ji ber xebata xwe ya di warê pîvana pêlên hêza kişandinê de hatin xelat kirin.

Nîva buhayê xelatê çû bo Rainer Weissî û nîva din li ser herdu xelatgirên din û tê dabeş kirin.

Di 14ê meha neh ya 2015ê de bo cara yekê çavdêriya pêlên kişandinê yên gerdûnê hat kirin. Ew pêl, wek ku Albert Einsteinî berî sed salan pêşbînî kiribû, di encama lihevxistina du qulên reş yên dûr hate pêş. 1,3 milyar salan dom kir heta ew pêl bigehin detektorên LIGO li Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê.

Her çi qas îşaret lawaz bin jî lê ev wek şoreşekê di dunyaya astrofîzîkê de tê dîtin. Li gor Olga Botner ji Akademiya zanistî ya şahî ev wek wê ye ku mirov hizra xetkêşekê bi qasî dirêjiya erdî dirêj bike, evca pêleke kişandinê ya bi qasî biljon milîmetran wî xetkêşî bihejîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".