.
Wêne: Adam Ihse/TT

Kesek bi tuhmeta bikaranîna şîdetê li Göteborg hat tewqîf kirin

1:25 min

Roja şembiyê rêxistina nazîst ya bi navê Tevgera Bergiriyê ya Bakûr (NMR) û bi beşdarbûna nêzîkî 500 endamên xwe meşek li bajarê Göteborgî kir.

Ew meş bû eger dijwarî û tevleheviyan û di encamê de polîsî meş rawestand û çend kes jê girtin.

Her di eynî wextî de çend meşên din li Göteborg hebûn ku bi hezaran kes tê de beşdar bûn. Her çiqas ew meşên aştiyane bûn, lê di nav de kesên weha hebûn ku dixwestin hêrişê bikin ser nazistan û ji bo ku rêya xwe vebikin kevir havêtin polîsên ku meşa nazîstan dorpêç kiribûn.

Polîsan di meşê de 24 kes girtin û ji wan 23 kes ku endamên rêxistina nazaîst in roja duşemê hatin berdan, lê wek şikbar dimînin. Kesê 24ê jî ku ne nazîst e û di meşa dijî nazîstan de bû bi biryara dozgirî hatiye tewqîf kirin. Sebeb jî bikaranîna şîdetê li dijî karmendan û bûn bi sebeba tevlihevî û şîdetê.

Polîsan di demê meşê de kamîreyên videoyê bi bedenên xwe ve girêdabûn. Ew dê li ser wan fîlman lêkolînan bikin û di nav de li tawankaran bigerin, eger hebin.

Çend rojnamevan û siyasetmedaran şikyat li cem polîsî li ser hinek beşdarên meşa nazîstan tomar kiriye ji ber ku wêneyên wan bilindkiribûn û tawankar li bin hatibû nivîsandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".