.
Wêne: Vilhelm Stokstad / TT

Karên sivik yên hikûmî bûn para xwedî xwendinên bilind

1:32 min

Gelek ji wan karên sivik yên ku hikûmetê di destêka îsal de ji bo kesên ku demek dirêj bekar in û xwendina wan ya bilind nîne terxan kiribûn, bûne para xwedî xwendinên bilind.

Hikûmetê lêkolîn li ser encamên wê projeya xwe ya karî ya bi navê bredeskapsjobben kir û ji rapora wê ya di vî warî de diyar bû ku du ji sêya kesên kar wergirtine xwendinên bilind yên paş lîseyê hene û yek ji sêyê lîse xwendine.

Li gor Ylva Johansson wezîra bazara karî (S) ev kar ji bo wan bûne yên ku gelek ji bazara karî dûrman e û diviyabûya ew wehabûya ku pêdivî bi şehadeya lîseyê jî nebûya. Lê ew xweşhal e bi encamên vê projeyê û 500 kar ji bo sala 2017 hatine berdest kirin û weha armanca xwe ji bo îsal bicih anîne. Du ji sêyê ji wan karan li cem daîreya karî ne.

Her ev rapor diyar dike ku kes hene ev kar wergirtine û wan beriya wî jî bi alîkariya daîreyên dewletê karên praktîk kirine. Wezîra bazara karî dibêje ku divê mirov berê xwe bide her haletekê ji van bi serê xwe û wê xwe nedît amade ku niha bi derencamekê behsa wê çendê bike.

Mebest ji vê projeyê ew e kar bi alîkariya saziyên hikûmî ji bo kesên nû hatine Swêdê û kesên ku demek dirêj bêkar mane peyda bike û ev proje heta sala 2020 berdewam dibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".