Naser Ebrahîmî. Wêne: Prîvat.
1 av 2
.
2 av 2
Wêne: SAFIN HAMED

Swêdî bi serê xwe ji Kurdistanê vedigerin

5:24 min

Gelek hevwelatiyên swêdî li Kurdistanê asê mane piştî qedexeya li ser çûnûhatina balefiran li herdu balefirgehên navneteweyî li başûrê Kurdistanê.

Gelek kes mecbûr bûne rêyên din yên seferê peyda bikin. Wekî rêya sînorê Turkiyê. Naser Ebrahîmî ji Stockholmê ew rê hilbijart piştî ku dît çareyên din tune ne.

Wezareta karûbarê derve ya Swêdê di halê hazir de nikare tiştekî ji hevwelatiyên swêdî yên li Kurdistanê asê mane re bike. Ew şîretê dide ku agahiyan li ser malpera balyozxaneyê bişopînin û bi şirketên balefiran re biaxivin.

Rasmus Eljanskog, ji beşê pirsên çapemenî li wezareta karûbarê derve ya Swêdê dibêje ku ew rewşa li dar e mixabin dibînin. Ew dibêje bi rêya baliyozxaneyê rewşê dişopînin û agahiyên herî dawî li ser malperê datînin û bendewariya guherînên di vê rewşê de dikin.

-Em îro zanin ku çûnûhatina ji herdu balfirgehên navneteweyî, ya Hewlêr û Suleymaniyê, hatine girtin lê ta kengî em nizanin.

Piştî pêvajoya giştpirsiya ji bo serxwebûna Kurdistanê, 25 meha nehan, hikûmeta Îraqê biriyara girtina herdu balefirgehên navneteweyî, ya Hewlêr û Suleymaniyê, da. Ji ber vê yekê jî gelek hevwelatiyên swêdî nuha nikarin vegerin Swêdê.

Rasmus Eljanskog dibêje em bi dirustî nizanin hejmara hevwelatiyên li Kurdistanê ne çend e û nabêje jî eger hevwelatî peywendî bi wezaretê re danîne.

-Şîreta wî ji rêwîyên swêdî re ew ku beriya her tiştî bi şirketa balefirê re biaxivin û ji wan agahiyan werbigirin, agahiyên herî dawî li ser malpera balyozxaneya swêdî bişopînin û ji bo mafê xwe û pirsa aboriyê herweha bi daîreya mafê serfkaran re jî biaxivin (Konsumentverket).

Rasmus Eljanskog dibêje piştî ceribandina van rêyan îca mirov kare serî li alîkariya aborî li ba baliyozxaneya swêdî bide.

Naser Ebrahîmî wekî gelekê din xwest wê roja dîrokî li Kurdistanê amade be lê zehmetiyeke mezin dît ta vegeriya malê.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".