nobel i kimi
Wêne: Claudio Bresciani/TT

Sê kes ji sê welatan xelata Nobelê ya kîmyayê werdigirin

0:55 min

Îro beriya nîvro Akdemiya Zanistî ya şahî xelatgirên Nobelê yên îsal ya warê kîmyayê ragihand û ew digihîje Jacques Dubochet, Joachim Frank û Richard Henderson.

Ev xelatkirin ji bo xebata wan e ya di warê pêşdebirina  krîoelektronmikroskopî de ye. Ev mîkroskopî dikare pêvajoyeke livînê ya li cem molokîlên biyolojî bicemidîne û nîşan bide û wê pêvajoya mirovî berê dîtiye nîşan bide.

Ev keşf dê têgehiştina me ya bingehîn bo kîmyaya jiyanê û pêşdebirina dermansaziyê tayîn bike.

Jacques Dubochet ji Swîsreyê ye, 75 salî ye û li unîversîteya Lausanne dixebite.
Joachim Frank li 1940 li Elmanya ji dayik bûye û li unîversîteya Columbiya li Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê dixbite.
Richard Henderson li 1945 li Skottland ji dayik bûye û li unîversîteya Cambridge li Birîtanyayê dixebite.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".