Ingegerd Rubensson har tagit hand om vuxne sonen i hemmet i Värnamo i 25 år
Ingegerd Rubensson, 83, ku 25 salan sexbêrî ji kurê xwe kiriye.. Wêne: Karin Selldén/Sveriges Radio

Kesûkar li malên xwe sexbêriyê ji nexweşên xwe dikin

3:16 min

Bêtir ji nîva tedawî û sexbêrîjêkirina nexweş û kêmendaman li malê ji aliyê kesûkaran ve tê kirin. Ingegerd Rubensson ku li Värnamo dijî, bêtir ji 25 salan sexbêrî ji kurê xwe yê nexweş kir.

Piştî ku kurê wê rastî mejîleqînekê bû, wê bi mêrê xwe Egonî re biryar da ku li mala xwe çavê xwe li kurê xwe bikin û sexbêriyê jê bikin.
Li gor wê mirov nikare ji bo kurê xwe bibêje na, xwe ew diya wî ye.

Di nava van hemî salan de wê xwarin jê re çê kiriye, kincên wî şûştine, derman jê re berdest kiriye û hemî peywendiyên wî bi rêve birine. Berî heft salan ew bû xwediyê xaniyekê biçûk û xizmeta civakî ji bo tedawî û dermanan alîkariyê jê re dike, lê ew her roj ji bo xwarin û suhbetê bo cem dayûbabê xwe.

Kesên ku wek Ingegerd çavê xwe li zarok û kesûkarên xwe dikin her ku diçe di zêdebûnê de ne û pêwîstiya bi wê jî di civakê de bêtir dibe.
Niha bêtir ji 1,3 milyon swêdî bi întîzam sexbêriyê ji kesekê xwe yê nêzîk yê nexweş yan kêmendam dikin.

Di 2014 de Riksrevisionê di rapora xwe ya di warê alîkariyê ji bo kesûkarên sexbêrjêker de diyar kir ku gelek kesûkar tên neçar kirin ku bi qasî ew karibin çavê xwe bidin mirovên xwe yên nexweş û kêmendam. Her di eynî wextî de ji aliyê saziyên peywendîdar ve ew piştgiriya pêdivî nahê kirin. Yek ji sebeban jî dikare kêmbûna karmendên wî warî be.

Bi gotina Ann-Britt Sand ku lêkolîner e li înstîtuya karê civakî ya ser bi Unîversîteya Stockholmê paş derbasbûna sê salan rewş baştir nebûye. Û li gor wê sedema wê jî ew e ku fişara li ser kesûkaran zêde dibe.

Ev hevkariya kesûkaran bo mirovên xwe yên nexweş dibe egera ku 181 milyard kron bimînin di qaseya Nak de. Li gor Ann-Britt Sand bê alîkariya kesûkarên nexweşan dê civak têk biçûya û dibêje:

- Demê ez li derve me û diçim seredana kesûkarên nexweşan ez hest bi wê dikim ku ev ne ji erka wan e. Me sîstemeke civakê heye û ew ji erka civakê ye û kesûkar dê wê bikin ya wan pê çê bibe û dixwazin bikin.

Ingegerd Rubensson di çend salan de hewil da peywendiyê bi şaredariyê re bike û ji wan re rewşa kurê xwe û pêwistiyên wî berçav bike û di dawiyê de guh bo wan daxwazên wê çê bûn. Êdî kurê wê di xaniyê ji bo mejîseqetan de di odeyekê de bicih bû ku hemî sexbêrî û tedawî di eynî ciyî de heye û bi dîtina wê ev dê baş be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".