Sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştmanî ya Kurdistanê û serokkomarê berê yê Îraqê Celal Talalabanî.
1 av 2
Wêne: HADI MIZBAN
جەلال تالەبانی و عومەر شێخ موس
2 av 2
Mam Celal Talabanî li ger siyasetmedar Omar Şêxmûs. Wêne: Privat.

Mam Celal li Swêdê tê bibîr anîn

8:44 min

Sekreterê giştî yê partiya Yekîtiya Nîştmanî ya Kurdistanê û serokkomarê berê yê Îraqê Celal Talabanî doh li Berlînê koça dawî kir. Kurdên Swêdê di van rojan de bi awayên cuda siyasetmedarê mezin yê kurd bibîr tînin.

Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Swêdê Şoreş Qadir Rehîm bi nûçeya mirina mam Celal Talabanî xemgîn e û dibêje roja îniyê wê li ofîsê bi merasîmeke fermî ya taybet ji bo siyasetmedarên kurd û swêdî wî bibîr bînin.

Piştî ragihandina wefata siyasetmedarê mezin Celal Talabanî, siyasetmedarên kurd û swêdî xembariya xwe anîn ziman û wî bi gotin û bîrhatinên germ li ser torên civakî yên cuda bibîr anîn.

Yek ji wan Fredrik Malm e ji partiya Lîberalan. Beriya salekê Fredrik Malm çû seredana mam Celal Talabanî li Kurdistanê. Li gor wî Celal Talabanî xwedî roleke mezin bû di gelekê salan de hem di siyaseta kurdî de lê herweha di siyaseta îraqî de jî.

-Fredrik Malm, endamê parlamanê ji partiya Lîberalan dibêje ew siyaetmedarekî mezin bû û giring bû di siyaseta kurdî de di 40 salên dawî de. Dema min wî dît gelek nexweş bû lê xibret û serpêhatiyên wî wê di nav gelê kurd de her bimînin.

Malm berdewam dike û dibêje Celal talabanî di dema serokkomariya Îraqê de xebateke mezin û giring kir ji bo aramiya welatî û yekbûna miletê Îraqî herçend ku ew dem pir zehmet jî bû.

Kurd xebateke giring kirin ji bo avakirina Îraqeke demokratîk. Ji ber wê yekê jî, Fredrik Malm dibêje, mixabin e ya em îro dibînin bê hikûmeta îraqê çawa siyaseteke bêhtir hevdij birêve dibe.

Li gor Malm, Talabanî ne tenê bi berpirsiyariya partiya xwe radibû lê herweha ji bo pêvajoya siyasî li Bagdadê jî.

Omar Şêxmûs, hevalekî nêzîk yê Celal Talabanî û yek ji damezirênerên partiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), di gelekê salan de li Swêdê dijî. Ew wefata Celal Talabanî xisareteke mezin ji bo temamê rojhilata navîn dibîne.

Omar Şêxmûs mam Celal wekî kurdistaniyekî bibîr tîne, bi peywendiyên baş û bi hêz bi beşên din yên Kurdistanê re. Ew dibêje:

Talabanî di helwestên xwe yên siyasî û stratêjî de herdem berjewendiya kurdan li pêş digirt.

Omar Şêxmûs xwedî roleke sereke bû di peywendiyên partiya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê bi Swêdê re:

-Kurd gelekî çalak bûn û bi taybetî di salên 1990 de peywendiya wan bi Sosiyaldemokratan re xurt bû ji ber daxwaza endametiya YNK di rêxistina navneteweyî ji bo partiyên sosiyaldemokrat, Sosiyalîst înternational de.

Fredrik Malm ji partiya Lîberalan derbarê peywendiyên Talabanî û YNK bi Swêdê re dibêje erê ew siyasetmedarekî alî çep bû bi hevkariyeke xurt bi Sosiyaldemokratan re lê bi nerîna min her em, aliyê Lîberal jî di hevkariyeke posîtîv û baş de bûn bi YNK re.

Derbarê pêşeroja siyastê li Kurdistanê Omar Şêxmûs geş bîne û bi hêvî ye ku nuha bi giheştina naşê Celal Talabanî re bo Kurdistanê derfetên lihevhatin û lihevrûniştinê çê bibin.

Ew vê derfetê hoy û sebebekî posîtîv ji bo proseya siyasî li Kurdistanê dibîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".