.
Wêne: Pavel Koubek/TT

Dayûbav ji ber şuya bi zor hatin dadgeh kirin

0:58 min

Dadgehê li Västerås dayûbavek bi sizaya zîndanê dadgeh kirin. Ev jî ji ber ku wan keça xwe ya 19 salî bi zorê û bê xwesteka wê daye şû (zewicandiye).

Li gor SVT Västmanland ji ber şûya bi zor bavê keçê sizaya salekê û çar mehan wergirt û dayika wê salek.

Ev dadgehkirina duyê ya ji vî rengî ye li Swêdê çê dibe. Her çi qas herduyan jî ew tuhmet înkar kir jî lê hatin sizadan.

Li gor dadgehê serhatiya ku keçê ji wan re behis kiriye cihê bweriyê ye lê ya dayûbavê berûvajiya wê ye. Ji serhatiya dayûbabê weha tê fehim kirin ku wan ji bo parastina namûsê keça xwe zewicand. Ji ber ku qaşo wan pê zanîbû ku keça wan seks bi xortekî re hebû û zewicandina wê bi pismamê wê re li welatê dayûbavan dê namûsa wê jê re vegerandiba.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".