
Xelata Nobel ya edebiyatê giheşte Kazuo Ishiguro
Îro saet 13 xelatgirê Nobel di warê edebiyatê de hate eşkere kirin. Vê salê xelat giheşte nivîskarê înglîz, Kazuo Ishiguro.
Sara Danius, sekretêra Akademiya swêdî di pêşkêşkirina xelatgirê vê salê de got ku Ishiguro romannivîsekî hêja ye. Stîl û hunera wî têkelbûneke di navbera stîla Jane Austen û Kafka de ye.
Li gor kanala BBC, piştî eşkerekirina xelatê Ishiguro di daxuyaniyekê de got: "bi vê xelatê serbilind im û ev tê wê wateyê ku di şopa nivîskarên mezin de berdewam im."
Kazou Ishiguro sala 1954 li Nagasakî li Yabanê jidayik bû. Di pênc saliyê de li gel malbatê bar kirin Birîtaniyayê.
Di sala 1982 de romana wî ya yekem ya bi navê ”Çiyayê li dûraniyê” derkete bazarê û dûberhemê wî jî her derbarê Nagasakî ne, çend salên piştî şerê duem yê cîhanî de.
Wî bi tevahî heft roman nivîsîne, gelek ji wan bo zimanê swêdiyê hatine wergerandin. Di dawiya salên 1970 de Ishiguro dîplom di îngilîziyê û fîlosofiyê li zaningeha Kent wergirt.
Ishiguro roman, çîrok û metnê dinivîs e ne tenê nivîskar e, ew herweha di pisên civakî de jî çalak e.
Jiyana wî di du welatan de û duzimaniya wî bandoreke mezin li jiyan û herweha berhemên wî kirine. Balkişandina wî bo welatê wî yê dayik di 20 saliya de xurttir bû. Ji ber wê jî bêhtirînê berhemên wî her derbarê Yabana ku di bîra wî de mabû ye.