Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
.
Wêne: Alexander Larsson Vierth/TT

Moderat jêbirîneke nû ya baca karî dixwazin

2:09 min

Partî dixwaze jêbirîneke nû ya baca karî deyne ji bo wan kesên xwedî hatiniyên kêm in û di heman demê de kêmtir kes baca dewletî bidin. Ev herdu pêşniyaz di nav pêşniyazên buceya partiyê de hatin pêşkêşkirin.

Serokê partiya Moderatan Ulf Kristersson û berdevka partiyê ya siyaseta aborî Elisabeth Svantesson îro buceya partiyê di civîneke çapemenî de pêşkêş kirin.

-Ulf Kristersson got ku reforma bacê ya herî mezin ji sala 2007 de di vî warî de ye, reforma yarmetiyê ya herî mezin ji 1980 de ye û peredanîna herî mezin ser wezîfeya bingehîn ya dewletî di 20 salan de.

Serokê partiyê yê nû di pêşkêşkirinê de behsa nivîseke hevbeş ya partiyên hevalbendiyê kir derbarê siyaseta aboriyê.

-Ez karim wê bêjim ku tenê di çend rojan de em dê karibin vê nivîsa me ya hevbeş bikin buceyeke dewletî ya hevbeş. Kristersson dibêje em nuha bêhtir li hev in danberhev bi hikûmetê re dema wan îlankirina hikûmetê amade dikir.

Jêbirîna baca karî ya nû ya partiya Moderatan bi 22 milyar kron e. Elisabeth Svantesson di civîna îro de got ku ev ji bo şifêrekî basê yan hemşîreyekê dike kêmkirina bacê bi 10.500 kron bêhtir di salê de.

Di civîna çapemenî ya îro de eşkere kirin ku li gel bilindkirina yarmatiya ji bo zarokan in, barnbidrag, ya ku hikûmet dixwaze bike.

Pêşniyazên din di civîna îro de kêmkirina baca teqawidiyê bû, bihêzkirina polîs, dozger, dadgeh û warê bergiriyê jî.

Partiya Moderatan herweha dixwaze sînorê ji bo dana baca dewletî bilind bike da ku bêhtir kes ji wê erkê xilas bin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".