.
Wêne: Larsen, HÃ¥kon Mosvold

Rêxistina ICAN xelata Nobel ya aştiyê wergirt

1:27 min

Îro beriya nîvro li Oslo komîteya xelata Nobelê xelatgirê Nobel yê aştiyê bo vê sale pêşkêş kir. Xaletgirê vê sala bû rêxistina ICAN ya li dijî bikaranîna çekê atomî kar dike.

Komîteya Nobelê ya norwicî wiha dinivîse derbarê xelatgirê vê sale, rêxistina ICAN:

 “Ew xelatê werdigire ji ber xebata xwe ya ji bo balkişandina ser encamên mirovî yên dilêş yên hemû awayên bikaranîna çekên atomî, û herweha ji bo xebata xwe ya rênîşander ji bo qedexekirina bikaranîna van çekan.

Rêxistina ICAN ji texmîn û pêşbîniyên herî mezin bûn di lîsteya xelatgirên vê sale de li ba komîteya aştiyê ya norwicî.

Wezîra karûbarê derve ya Swêdê Margot Wallström ji ber hilbijartina xelatgirê vê sale kêf xweş e û dibêje:

-Zêde baş e û ew hêjayî vê xelatê ne. Ev rêxistina ji sala 2007 de xebateke mezin kiriye bi awirê mirovî û manewî de.

Rêxistina ICAN xwe wekî “kampaniyayek global dide nasîn ya îro li 95 welatan heye û zêdî 420 aliyên hevkar hene. Armanca rêxistinê qedexekirina çekên atomî ye”.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".