.
Wêne: Mattias Mächs/TT
Kurdo Baksi:

“Em dixwazin tesîrê li siyasetmedarên swêdî bikin”

3:00 min

Ji ber nerazîbûna hember bêdengî û dijberiya armanca kurdan û daxwaza miletê kurd bo jiyaneke serbixwe ew li Stockholmê, roja yekşemê, xwepêşandaneke piştgîrî li dar dixin. Rojnamevan Kurdo Baksî, yek ji amadekarên vê xwepêşandanê ye.

Kurdo Baksî dibêje em dixwazin bala civaka swêdî, ragihandin û siyasetmedarên swêdî bikşînin ser pirsa giştpirsiya ji bo serxwebûna Kurdistanê.

Li gor wî bênegî û bêrêzî hember daxwaza kurdan heye ji aliyê siyasetmedarên swêdî, Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewrûpayê ve, herçend ku 93 % ji miletê kurd di vê giştpirsiyê de daxwaza welatekî serbixwe kirin.

Armanca amadekarên vê xwepêşanda piştgîrî, ya wê roja yekşemê saet 18 li meydana Sergel li dar dikeve, balkişandina ser vê pirsê ye û nerazîbûna hember boykot û gefên hember Kurdistanê ne.

Yên beşdar di vê xwepêşandanê de kesayetiyên navdar yên kurd û swêdî ne ji  warê huner, rojnamevaniyê û sporê de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".