.
Wêne: Sören Andersson/TT

Debata partiyên Swêdê şivêdî dest pê kir

2:58 min

Şivêdî di televîztona swêdî de minaqeşeya partiyan li ser geşbûna civakî, sexbêriyê, kar, av û hewa û ewlekariyê dest pê kir.

Ev debat du alî bû, tê de bo cara yekê Ulf Kristersson serokê nû yê Moderatan li hember serokwezîr Stefan Löfven ji partiya Sosyaldemokratan ket minaqeşeyê û jê re got ku ew bi giringî li ser probleman ranawestin û wî wextê herî baş yê wan heyî bê feyde ji dest didin.

Li gor gotina Kristerssonî raste ku rewşa ekonomiya Swêdê baş e, lê diyar e hikûmet problema tevlîkirina penaberan di civakê de bi ciddî nagire.

Serokwezîrî jî di bersiva wî de got ku raste wan hîn di wî warî de problem hene, lê Moderat jî bi tenê behsê daxistina bacan dikin.

Bi dîtina wî pêşniyaza partiyên mihafezekar ya di warê peydakirina karên bi kêmtir miaş ji bo nûhatiyan û wan yên ku zehmet dikarin karî ji xwe re bi dest bixin dibe egera kêmkirina miaşên gelekên din.

Duala di navbera Serokê Demokratên Swêdê (SD) Jimmie Åkesson û seroka Krisdeomkratan (KD) Busch Thor ji wan yên gerim bû. Li gor Åkessonî Krisdemokrat û partiên hevbendiyê di warê sexbêriyê de bi wan re ne û bêberpirsiyarî ye eger Krisdemokrat û hevbendî li ser wê pirsê bi wan re neaxivin. Wî destê xwe dirêjî Busch Thor kir, lê wê destê wî negirt û got ku ew ne ew kes e yê ew fikir dike û ew amade ye ji bo hewla piştgiriyê bo butceyeke hevbendiyê û wê ku Demokrtaên Swêdê jî deng bidinê.

Wê got Åkerssonî ku ew nikare serederiyê li gel grupa xwe ya parlemanê bike, evca ew dê çawa serederiyê li gel pirsgirêka sexbêriyê bike. Lê piştî debatê herdu çûne destê hevûdu.

Gustav Fridolin ji partiya Jîngehê (MP) û Annie Lööf ji Centerpartiyê ketin minaqşeya bê ka çi herî baştir e ew ji bo jîngehê bikin.

Ew bêtir li ser baca firînê rawestiyan û Fridolin diyar ku divê wan baca firînê hebe û ji Lööf pirsî ka ew dê weha bike ku firîn erzantir be û ew dê baca firînê rake eger ew hikûmetê çê bike.

Annie Lööf diyar kir ku ew dê pêşniyazeke din bicih bînin û îşaret kir ser pêşniyaza Centerpartiyê ya di warê neçarkirina balafiran ji bo bi kar anîna bêtir biosotemenî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".