Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
.
Wêne: Pontus Lundahl/TT
Guhdar bike
(2:00 min)

Tevî sozên têne dan gelek di tenêtiyê de dimirin

Hat weşandin måndag 9 oktober 2017 kl 12.53

Li gor lêkolîna porgrama Kaliber ya Radyoya Swêdê kirî diyar dibe ku ji her duyan yek li nexweşxane û malên sexbêriyê, bê ku kesek pê re be dimire.

Sedî 16  ji wan yên wek mînak ji ber nexweşiyan di nava cihên sexbêriyê de dimirin, di demê mirinê de bi tenê ne. Ev hejmar wekî ya berî pênc salan e.

Berî 20 salan parlemanê Swêdê biryarek da ku divê sexbêrî, ya di dawiya jiyanê de, ya herî baş be û pêdivî nake kes di demê mirinê de bi tenê be.

Programa Kaliber lêkolîn li ser rewşa li tevaya şaredarî û nexweşxaneyên Swêdê ya pênc salaên dawiyê kir. Encama ku ji lêkolînê derket ne bi dilê Greger Franssonî doktorê narkosê û berpirsiyarê qeyda wan hemû nexweşxaneyan e. Bi dîtina wî Encama nexweşxaneyan xirabtir e ji ya hem sexbêriya nexweşan li malan û hem jî ya şaredariyan.

Li klînîka cerahî ya nexweşxaneya Västerås, li heyama lêkolîn li ser hatiye kirin, ji 98 kesên li ber mirnê bûn 43 jê di demê mirina xwe de bi tenê bûn.

Li gor Eva Evertsson –Strand alîkara berpirsiyarê wê derê ew ne di wê bawerê de bû ku ew qas mirov neçar bin ku di demê mirina xwe de bi tenê bin. Bi dîtina wê ev tişteke ew qet naxwazin ku rû bide û dibe beşek ji egerên vê çendê jî ekonomî bin lê xwesteka wan ew e ku kes di tenêtiyê de nemire.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".