.
Wêne: Christine Olsson/TT

Xizmeta civakî kêm wextî dide zarokên berxeter

2:07 min

Sekreterên xizmetên civakî (Socialsekreterare) sedî du ji wextê xwe yê karî didin wan zarokên di xeterê de ne. Ev jî li gor wezîra zarokan Åsa Regnér (S) pir kêm e.

Li gor rêxistina Maskrosbarn niha nêzîkî nîv milyon zarok di malbatên ku xwedî problemên îdmanê, şîdetê yan derûnî ne, dijîn. 30 000 zarok û ciwanan di sala derbasûyî de û li gor qanûna xizmeta civakî û qanûna sexbêriya ciwanan feyde ji sexbêriyê kir.

Statîstîka birêveberiya xizmetên civakî diyar dike ku sexbêriya herî bêtir diçe bo ciwanên di temenên 15 heta 20 salan de. Zarokên biçûktir, yên ku zehmet bikarin derbirînê ji xwe bikin, bêtir ziyan pê dikeve.

Wezîra zarokan Åsa Regnér dibêje ew qet nebaşe ku mirov weha kêm wextî bide zarokan ji bo axiftinê li ser ka wî yan wê pêwîstî bi çi heye. Lewma jî wan gelek amraz li ser astê swêdê berdest kirine ji bo ku mirov bikaribe bêtir karmendan dabimezrîne. Bi dîtina wê peywendiya vê bi xurtkirina vê mihneyê heye û pêdivî ye statuya wê bê bilind kirin û ev bibin cihên karî yên dilxweşker ku tê de mafên zarokan bên bi cih anîn.

Di suhbeta xwe li gel Radyoya Swêdê de wezîra zarokan bi hêvî ye ku rewş zû baştir be û dibêje ew li seranserî Swêdê di civînan de ne ji bo ku nimûneyên baş belav bikin. Wê bal jî kêşa ser wê ku ew di warê qanûnî de jî lê temaşa dikin ka ew çawan bikaribin bi awayekê rast û ewle gavên pêşwext bavêjin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".