.
Wêne: Stina Stjernkvist/TT

Dersinorkirina efxaniyan tevî rexneyan çê dibe

2:34 min

Êvara îro, li gor wê ya ku Ekot ji wezareta koçê ya Efxanistanê zaniye dê 17 penaberên efxanî ji firokexaneya Landvette li Göteborg bên dersinorkirin bo Kabul li Efxanistanê.

Ev piştî ku daxwaza wan ya penaberiyê li Swêdê hatiye red kirin, tên vegerandin bo wî welatê ew jê hatibûn.

Ji meha pênc û hir ve ev cara sêyê ye ku penaber bo Efxanistanê têne zivirandin. 

Rêxistinên mafên mirovan rexneyên dijwar li vê kiryarê dikin. Amnesty international di rapora xwe ya roja pêncşemê dinivîse ku dersinorkirina mirovan bo Efxanistanê li dijî hiqûqa navneteweyî ye û divê yekser bihê rawestandin. Ev jî ji ber rewşa ewlehiyê ya xirab ya li wî welatî.

Yek ji wan ciwanan ku 19 salî ye û dê îro hête vegerandin bo Kabul, di 2013 de, demê 15 salî bû hatibû Swêdê. Ew di wan salan de çû xwendingehê, xwe hînî swêdiyê kir û hevalek û malbatek ji xwe re peyda kir.
Ew dibêje ew nizane ka ew dê piştî çend hefteyên din di jiyanê de be.

Wextê P4 ya Göteborg ji daîreya koçê dipirse ka li ser çi bingehekê dibêjin ku rewşa ewlehiyê li Efxanistanê baş e, ew bi rêya mailê diyar dikin ku ew xwe di biryarwergirtinê de dispêrin reporên navneteweyî û ji wan yên Neteweyên Yekbûyî.

Bi dîtina daîreya koçê rewşa li Efxanistanê bitahlûke ye lê ew ji deverekê bo yeka din tê guhortin. Rewş jî negihîştye wê astê ku hemiyên ji welatekî mafê penaberiyê bistînin.

Her îro û berî dersinorkirinê dê li nêzîkî wî cihê ew penaber lê hatine ragirtin meşek e nerazîbûnê li dijî vegerandina wan bihê kirin. Li gor Rebecca Hermansson ku di wê tora hemahengiya li dijî desrinorkirinê de dixebite, ev dê meşek e aştiyane be û dê ji hemî rengan tê de beşdar bin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".