Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
.
Tomas Tobé peyivdarê siyasî-hiqûqî yê Moderatan Wêne: Lars Schröder/TT

Birêveberiya Moderatan û rêdan bi şahidên navnenas

2:37 min

Birêvebriya Moderatan dê kar bike ji bo ku di dadgehan de rê bo şahidiya navnenasan (anonîman) bihê dan.

Her çi qas yek ji yên birêveberiyê, Gunnar Strömmer bi xwe li dijî hewildaneke ji vî rengî ye, lê peyivdarê hiqûqî-siyasî yê Moderatan Tomas Tobé, berevaniyê ji vê gava nû ya partiya xwe dike û dibêje:

Problem di wê de ye ku gelek mirov hest bi wê dikin ku ew nikarin şahidiyê bikin û ev jî tê wê manayê ku em dê nikaribin qanûnê li ser wan komên tawankar bicih bînin. Em ji bo vê derfetê amade ne, lê ev pirsgirêkeke zehmet e. Ev wek meşa li ser ben e.

Ev yek bû ji pêşniyazên ku birêveberiya Moderatan roja pêncşemê berçav kiribûn.

Partiya Demokratên Swêdê û krisdemokrat jî bi wê re ne ku şahidên navneas jî mafê şahidiyê hebe. Herweha Birêveberiya partiya Leberalan jî eynî pêşniyazê di civîna xwe ya payîza derbasbûyî de pêşkêş kir.

Ev pirs di civîna birêveberiya Moderatan de hat minaqeşe kirin û hinek ji beşdaran dîtinên li dijî hebûn. Christian Gustavsson berpirsiyarê Moderatan li herêma Östergötland ne li gel biryareka weha ye.

Bi gotina wî divê di dewleta qanûnê de hinek pirinsîp hebin û yek ji wan ew e ku kesên tuhmetbar bikarin belge û şahidên di keysa xwe di dadgehekê de bi xwe bibînin. Ew dibêje ku gelek prinsîpên bingehîn dê bihên binpê kirin demê di dadgehan de rê ji şahidên navnenas re bihê dan.

Ev pêşniyaz bûye mijareka gerim ya minaqeşeyê di nav Moderatan de û Benjamin Dousa di wê bawerê de, ji ber ku sekreterê partiya Moderatan yê nû Gunnnar Strömmer bi xwe li dijî pêşniyazê ye, piştgiriyeke mezin ji bo şahidên navnenas nabe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".