Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Banderoller och protesterande människor.
Wêne: Josipa Kesic/Sveriges Radio
Guhdar bike
(1:05 min)

Çend kesên ku dê bihatana dersinor kirin nefirîn

Hat weşandin onsdag 11 oktober 2017 kl 09.37

Doh, çend ciwanên Efxanî, yên ku daxwazên wan yên penaberîyê hatibûn red kirin, dê bi balafirekê bihatana vegerandin bo Kabul li Efxanistanê.

Her nêzîkî cihê ew lê hatibûn ragirtin li Kållered li Göteborg çend sed kes jî di  meşeke xwenerazîkirinê de li hember wê dersinorkirinê beşdar bûn.

Her bi roj, berî dersinorkirinê, zanyarî gihîştin ku çend kes ji wê hejmara nêzîkî 15 kesan dê bimînin û dê dubare daxwaza wan ya mafê penaberiyê bihê berçav girtin û lênihêrtin.

Mebest ji rawestandina desinorkirina wan ne ew e ku ew dê mafê penaberî û mana li Swêdê bistînin, lê dê daîreya koçê careke din li ser daxwaznameyên wan kar bike û biryarê bide.

Ji bilî wan pênc kesan, yên din doh bişev bi balafirekê hatin dersinor kirin û dê îro seat 11:00 bigihîjin Kabul.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".