.
Wêne: Henrik Montgomery/TT

Îro debata partiyan li parlemanê hat kirin

4:19 min

Nêzîkî salekê bo destpêkirina hilbijartinan maye û îro serokên her heşt partiyên di parlemanê de, dest bi debatekê kir.

Refaha civakî, sexbêrî, ewlekarî û ka çawa dê ev partî wan pêşniyazên xwe fînanse bikin cihekê mezin di debatê de girt.

Stefan Löfven beşê yekê yê debatê vekir. Ew li ser kêmasiyên di sexbêriyê de rawestiya û kêmkirina bacan da ber rexneyan. Wî behsê ekonomiyeke bihêz û bikaranîna pereyan ji bo bihêzkirina ewlehiyê û zalbûnê bi ser tawankariya rêxistî kir. Wî ew jî got ku her kesê dikare kar bike dê kar bike, lê bê kêmkirina miaşana.

Paşî Ulf kristerssonî, ku cara yekê ye wek serokê Moderatan di parlemanê de diaxive behsê wê kir ku koçkirin li dunyayê,  ji ber gelek egeran û ji wan guhortina di av û hewayî de, ji ber şer û cengan û htd. dê zêde bibe. Li gor wî Swêd ji bo vê çendê baş nehatiye amade kirin. Ew bi wê re ye ku divê siyaseta penaberiyê ya Swêdê jî eynî ya welatên din yên Ewropayê be.

Serokê Demokratên Swêdê Jimmie Åkesson di axiftina xwe de çû ser rexnekirina siyaseta aborî ya Swêdê. Wî îşaret kir cudahiya di navbera swêdî û biyaniyan di warî karî de û bi gotina wî soza Löfvenî ya wê ku dê bêkariya li Swêdê ya herî kêmtir ya li Ewropayê be gelek ji rastiyê dûr e. Herweha ew jî got ku tawankarî li Swêdê di zêdebûnê de ye.

Gustav Fridolin ji partiya jîngehê (MP) çû ser behsê av û hewayî û kartêkirina guhorîna av û bayî li ser jiyana mirovan û siyaseta Swêdê ya di wî warî de.

Hindî seroka Centerpartiyê Annie Lööf bû wê got ku rast e rewşa Swêdê baş e, lê rewşa hemî kesan ne baş e. Ew herweha li gel wê  ye ku bi hevkariya hevbendiyê kar bikin ji bo berdestkirina karên rêxweşker li ber nûhatiyan û yên bi zehmet kar bi dest bikevin ji bo ku bikevin nav bazara karî. Ew bi wê re ye jî ku ji bo ewlehiyeke çêtir pêwîstî bi bêtir polîs û miaşên bêtir ji wan re heye.

Jonas Sjöstedt bal kêşa ser peywendiya di navbera wekheviyê û tenduristiya mirovan, bizava civakî û xebata li dijî tawankariyê û bi dîtina wî encamên herî baş di wan civakan de ne yên wekhevî tê zêdetir e. Wî rexne jî li hikûmetê û siyaseta wê ya bacan girt.

Serokê Liberalan jan Bijörklund rexne li siyaseta dewletê ya di warê xwendingehan de girt û bi wî ew ne cihên dilxweş yên karî ne û notên xwendinkaran jî dadikevin. Ew bi xwendingehekê re ye ku seferan ji klasan re berdest bike û mamosteyên wê mercan bêxin ber xwendinkaran.

Andreas Carlsson ji Kristdemokratan (KD) rexne li siyaseta sexbêriyê girt û got di serdema hevbendiyê de rêzên li benda sexbêriyê bûn kurttir bûn, wî rexne li wê gotina Stefan Löfvenî girt ya ku dibêje ku ew xebatê ji bo xwşiya civakî dikin.

Di beşa duyê ya vê debatê de gotin û rexne hatin kirin û partiyên hevbendiyê rexne li hikûmetê û serokwezîr Stefan Löfvenî û partiya Socialdemokratan girt.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".