.
Zozan Incî, seroka rêxistina Roks, rêxistina serenaserî ya xizmeta bi lez ji bo jin û keçên tûşî şidet û zoriyê bûne. Wêne: Tomas Oneborg/SvD/TT
Zozan Incî, seroka Roks:

”Divê qanûna li dijî zewaca zarokan baştir bibe”

4:32 min

Îro roja navneteweyî ya keçan e. Yek ji pirsên herî gerim ku hîna di civakê de têne şîrovekirin pirsa zewaca zarokan e. Zozan Incî, seroka rêxistina Roks, rêxistina serenaserî ya xizmeta bi lez ji bo jin û keçên tûşî şidet û zoriyê bûne dibêje divê qanûn baştir bibe.

Li gor Zozan Incî qanûna mafê zarokan ya îro heye divê ji bo hemûyan be. Bo swêdîyan û ew yên nû têne Swêdê jî. Dema kesên nû têne Swêdê divê bi mafê xwe zanibin û agahiyê derbarê vê qanûnê werbigirin, li gor Zozan Incî.

Piraniya miletê Swêdê diaxwazin zewaca li derveyî welat bi kesekî li jêr 18 de bûye li Swêdê neyê qebûlkirin, lêkolîneke nû ji şirketa Sîfo diyar dike ku ji pênc kesan çar ji miletê Swêdê li dijî vê yekê ne û naxwazin zewaca bi vî awayî li Swêdê qebûl be.

Li gor qanûnê ji 2014 de li Swêdê zewaca zaroka, ango bi kesekî li jêr 18 saliyê de qedexe ye. Lê diyar e di qanûnê de rêyên filitînê hene yên mecalê vedikin ji bo zewaca bi vî awayî eger sebebên taybet hebin.

Herweha ji aliyê dezgehên swêdî ve divê zewaca zarokan qebûl be eger ew  reviya bin Swêdê, ango penaxwaz bin.

Bi pêla penaberan di 2015 de penaxwazên genc yên hatin Swêdê rastî vê astengiyê bûn.

Di halê hazir de şaredarî û dezgehên swêdî ti prînsîp yan awayekî hevbeş nîne ji bo karkirina li ser vê pirsê. Zozan Incî ji rêxistina Roks dixwaze ku ti rêyê yan mecalê filitînê di qanûnê de tune be. Li gor mafê zarokan, divê qedexeya zewaca zarokan ji bo herkesî be.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".