Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
.
Wêne: Björn Larsson Rosvall/TT
Guhdar bike
1:08 min

Hikûmet bi partiyên dijberiyê re li ser nazîsma swêdî diaxive

Hat weşandin onsdag 11 oktober 2017 kl 15.17

Hkûmeta swêdî hemî partiyên di parlemanê de, ji bilî Demokratên Swêdê, bang kirin bo axiftinê li ser nazîsmê.

Hikûmet, piştî bûyerên li Almedalen û li Göteborg û bihêzbûna tevgera nazîstên swêdî, dixwaze bi ciddî miameleyê li gel meşên nazîstan û vê pirsgirêkê bike.

Evca ev minaqeşeya li gel partiyên di parlemanê de, li ser wê bûye ka çi pêşniyazên wan hene bo ku di warê qanûna gefa li hember grûpên neteweyî û ji bo parastina rojnamevanan guhortinê bikin.

Di vê civînê de wezîrê dadê Morgan Johansson (S) û wezîra demokrasiyê Alice Bah Kunhke (MP) bi partiyan re li ser pêşniyazên wan yên di warê qanûna serûberiyê û qanûna gefkariyê axivîn.

Li gor gotina Morgan Johanssson di televîzyona swêdî de wan pêşniyaz wergirtine û diyalog dê berdewam be. Ji Liberalan Roger Haddad jî got ku ew ne tam bi pêşniyaza hikûmetê re ne ya di warê qedexekirina hinek sembolên ku wek gefkar dihên dîtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".