.
Wêne: Jonas Dagson/TT

Kongreya Moderatan îro dest pê dike

1:38 min

Biryar e îro kongreya partiya Moderatan dest pê bike û hinek ji liqên herêman dixwazin ku ji mafên şaredariyan be polîsên xwe dabimezirîne.

Berpirsiyarê herêma Södermanland Erik Bengtzboe yek ji wan e yên piştgiriya pêşniyazeke ji vî rengî dike û ew polîsên şaredariyan wekî çareseriyekê dibîne.

Ev nêzîkî pêncih sal in ku damezirandina polîsî bes ji karê dewletê ye, lê di van demên dawiyê de deng ji nav Moderatan bilind dibin û dixwazin ku şaredarî polîsên xwe dabimezirînin.

Endamê şaredariya Malmö Torbjörn Tegnhammar dibêje ku haya wan jê heye ka xelkê şaredariyên wan çawa rû bi rûyê tawankariyan dibin û bi ya wî siyasetmedarên şaredariyan berpirsiyar in ji bê ewlehî û tawankariyên dibin. Ji ber vê jî bi dîtina wî pêdiviya wan bi amrazan, wek damezirandina polîsan heye.

Di nav Moderatan de dengên li dijî pêşniyazeke weha jî hene, wek peyivdarê hiqûqî-siyasî Tomas Tobé. Bi dîtina wî niha problem hene ku polîs kêm in û nagehin hemî karê xwe bikin û miaşên wan nebaş in.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".