.
Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Macchiarini nahê tawanbar kirin û lêkolîn tên rawestandin

1:13 min

Dozgerî îro biryar da ku ku hemû tuhmet ji ser Paolo Macchiarini radibin û dê çi lêkolînên din li ser çi pirseke emeliyatên ku wî kirine û encamên nebaş yên ji ber wan nehên kirin.

Bi gotina dozger Jennie Nordin, ew nikaribûn bi encameke ji vê baştir derbikevin, awan bi berferehî lêkolîn di vî pirsgirêkê de kiriye, doktoran jî dîtinên xwe hebûne û zehmetiya îsbatkirina tuhmetan bi belgeyan hebûye.

Paolo Macchiarini cerah bû li nexweşxaneya zanîngeha Karolînska. Wî çend emeliyat bo gewriyên ku kanserê girtibûn kirin û gewriyên ji materyalên sentetîk xistin cihên wan. Sê kes piştî emeliyatên ku wî ji wan re kiribûn mirin.

Ew bi sextekarî û sûçbûn bi mirina kesine din hat tuhmetbar kirin. Ew herweha ji ber eynî sedeman ji Karolînska û zanîngeheke li Rûsyayê hat derxistin. Dozger nizane bê ka ew niha li kû derê ye û çi dike .

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".