Emad Eldin i Restaurangen
Emad Eldin i Restaurangen Wêne: Noor Bolad

Xwaringeha xwe di şerî de ji dest da û hat li Borås yek vekir

3:16 min

Ji ber zehmetiya bidestxistina karî gelek kesên ku nû hatine Swêdê û ji bo ku wan dahatekê xwe hebe, ew ji xwe re li rêyekê digerin. Hinek ji wan dest didin warekê tam ji wan re nû û hinek jî domê didin eynî karê wan li welatê jê hatine dikir. Noor Bolad, nûçegihana P4 Sjuhärad, bi şîrketguzarên nûhatî re axivî.

Hinek tê de ser dikevin û hinek jî nabine serî. Ji hinekan re dost, kesûkar û malbat ji derveyî Swêdê pereyan jê re dişînin ji bo ku ew dest bi karekî bikin û xwe li ser pêyan bigirin û yên din jî pereyan ji bankê yan şîrketa hikûmî Almi Företagspartner ya ku bi daîreya karî re hevkar e qer dikin.

Emad Eldin Denawi ji Helebê, berî sê mehan, li Borås xwaringeha xwe ya xwarinên rojhilatî vekir. Wî eynî navê wê xwaringeha wî li Sûriyê hebû lêkir. Bi gotina wî Xwaringeha Lavender li Helebê yek ji xweringehên herî mezin bû û cihê 600 kesan tê de hebû. Wî ew di egera şerî de ji dest da û li gor wî buhayê wê nêzîkî yek milyon dolar bû.

Wî her tişt li pey xwe hişt û 2014 de hat Swêdê û parsal li Borås bicih bû. Kurên Emadî hem diçin xwendingehê û hem jî alîkariya babê xwe li xwaringehê dikin.

Ew dibêje zehmet e ji wî re, di 52 saliya xwe de karekî ji xwe re peyda bike, wî problema dilî heye û ew baş swêdiyê nizane. Wî li metbexan kar kiriye û xwedî xwaringeh bûye û biryar daye di vî karî de berdewam be.

Ev xwaringeha nû bi yek milyon kronî li ser wî rawestiya û pere birayê wî yê li derveyî Swêdê ye jê re hinartin.

Diyar e kesên nû dihên Swêdê û dixwazin şîrketekê vebikin, di piraniyê de xwaringeh, yan dikanan yan sertiraşgehan ji xwe re hildibijêrin.

Tariqê 28 salî ku li welatê jê hatî sertiraşgehek hebû, di sala 2014 hat Swêdê û berê xwe da eynî karî. Wî li destpêkê û bo demê şeş mehan, wek praktîk, di sertiraşgeha hevalekî xwe de kar kir û wextê wî mafê penaberiyê stand, wî sertiraşgeha xwe, bi pereyên xwe û alîkariya birayê xwe vekir û sê kes jî li cem wî kar dikin.

Lê ne her kes di hewla xwe ya karekê ser bi xwe de serdikeve. Yehia Al Hyraki yê 40 salî jî xwest ji xwe re qehwexaneyekê vebike û ji bo vê bike, wî 200 000 kron ji dostekê xwe yê li Kuweytê û piçek ji Almi Företagspartner qer kirin, lê wê têrê nekir û ji heq derneket.

Bi dîtina wî sebeb aborî, nezanîna swêdiyê û kêmiya wextê wî yê ji bo malbatê bû. Wî dev jê berda û biryar da here xwendingehê û swêdiya xwe baştir lê bike û pişt re li karekî bigere.

noor.bolad@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".