Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
.
Wêne: Christine Olsson/TT
Çi pêşlêkolîn di pirsa Dan Eliassonî de nahên kirin
1:14 min

Bi biryara dozgerî dê çi pêşlêkolîn li ser pirsa ku midûrê giştî yê polîsan Dan Eliassonî rê dabû şîrketeke şexsî û xeteriya belavbûna zanyariyên nihênî ji ber wê biryara wî, nehê kirin.

Li gor serdozger Anders Jakobsson ne ji mafê Dan Eliassonî bûye biryarekê di warê ewlehiya sîstema komputerê de bide, lê bi ya wî, piştî lêkolînan, ji wan re diyar bûye ku çi materyaleke nihênî ji daîreyên polîsî neçûye wê şîrketa şexsî û di egera wê biryara şefê polîsan de çi ziyan nebûne, lewma wan biryara rawestandina lêkolînan di vê pirsê de wergirt.

Dan Eliassonî di buhara 2015 de biryarek îmza kir û li gor wê şîrketa CGI dê bikare bikeve nava nihêniyên di qeydên polîsî yê girêdayî personal û sîstema miaşên wan de, bê ku ew ji aliyê wezareta bergirê ve bihê erê kirin.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".