Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
.
Wêne: Johan Nilsson/TT
Guhdar bike
(1:16 min)

Swêd li ser kontrolkirina tixûbên xwe bderdewam dibe

Hat weşandin fredag 13 oktober 2017 kl 11.34

Wezîrê dadê Morgan Johansson ji TT re dibêje ku kontrola li ser tixûbên başûrê Swêdê bo şeş mehên din tê dirêj kirin.

Ev gahdarî ya di warê ku Swêd dê kontrola li ser sînorên xwe yên başûr û bi taybetî li hember herêma Öresund û Danmarkê heta nîva meha pênc ya 2018 dirêj bike, bi gotina wezîrî, şivêdî ji komisyona Yekîtiya Ewropayê re hatiye hinartin.

Morgan Johansson, ku di rê de bû ber bi civîna wezîrên dadê li Luxemburgê, di bersiva xwe de li ser pirsiyara TT ka çima berdewambûn li ser hebûna kontrolê li ser sinoran got ku ewlehiya li Ewropayê weha dike ku pêdiviya me bi kontrolkirina tixûban heye. Wî herweha îşaret kir ser karê terorîst yê ku li heftê meha çar ya îsal rûdabû û diyar kir hema ji bo zanînan wê ka kî dikeve hundirê Swêdê jî baş e ev bihê kirin.

Tevaya welatên nava sîstema Schengen komîsyona Yekîtiya Ewropa agahdar kirine ku ew dê bo şeş mehên din jî domê bidin kontrolkirina sînorên xwe.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".