Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
.دەزگای کەشناسی سوید هۆشیاری پلە سێی بۆهۆی توانەوەی بەفرو هەستانی لاڤاوەوە لە هەرێمی یاڤلەبۆرێ ڕاگەیاند
Kurdiska Riksförbundets logga och dess ordförande Keya Izol
Keya Îzol serokê nû yê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) e.
Guhdar bike
(2:26 min)

Kurdên Swêdê dixwazin balê bikêşin ser rewşa Kurdistanê

Hat weşandin fredag 13 oktober 2017 kl 15.22

Ji bo piştgirîkirina prosesa serxwebûna li başûrê Kurdistanê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, ji yazdeyê vê mehê, dest bi komkirina lîsteyeke îmzeyan Kiriye.

Federasyon di Facebooka xwe de ji kurdên li Swêdê dixwaze ew îmzeyên xwe lê bikin.

Keya Izol serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê dibêje em dixwazin bi rêya van îmzeyan dengê kurdan bigihînin hikûmeta Swêdê.

Bi gotina Keya Izol ev lîsteya îmzekirinê dê bo demê mehekê berdewam be û ew dixwazin 30 000 îmzeyan berhev bikin. Eger pêwîst be ew dê demê îmzekirinê bo çend rojan yan çend hefteyan zêdetir bikin.

Serokê Federasyonê diyar kir ku wan, ji bilî lîsteya îmzeyan, niyet e çend çalakiyan di nav revenda kurdî de li Swêdê bikin û pê balê bikêşin ser rewşa piştî referandumê û gefên li ser Kurdistanê hene.

Yek ji çalakiyên di plana Federasyonê de ye semînerek e. Ew dê di 28 vê mehê de li ABF bihê kirin. Babetê wê giştpirsî û serxwebûna Kurdistanê li gor maf, peyman û qanûnên navneteweyî ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".