.
Wêne: Fredrik Sandberg/TT

Kongreya Moderatan siyasteke qelstir ya koçê hilbijart

2:00 min

Kongreya Moderatan ku hefteya buhurî çêbu û bo demê pênc rojan dom kir, di siyaseta xwe ya koçê de biryarên nû wergirtin.

Li gor wê biryarê dê êdî mirov nikaribe yekser ji Swêdê daxwaza penaberiyê bike. Daxwaza penaberiyê dê bes li derveyî Swêdê bihê kirin.

Herweha Moderat dixwazin dest bi sîstema wergirtina penaberan li gor wan hejmarên  ku welatên yekîtiya Ewropayê li ser hev tên bikin, ku bi kvotflyktingsystem tê nas kirin.

Di biryaran de ew jî heye ku dewlet wek qaîde bes mafê penaberiya weqtî bide. Herweha dewlet di haletên pêwîst de, wekî rabûna bi karên terorîstî, bikare mafê hevwelatîbûnê ji yên wergirtine bistîne.

Palemanterê Moderatan Hanif Bali dilxweşiya xwe ji vê siyaseta nû ya Moderatan diyar dike û dibêje:

- Axirî em di siyaseta koçê ya Swêdê de dev ji durûtiyê ber didin.

Zêdeyî vê, kongeraya Moderatan dixwaze ji bo wergirtina mafê hevwelatîbûnê li Swêdê dest bi îmtîhanên ziman û zanyariyên li ser Swêdê bike. Herweha polîsî mafê kontorlkirina pênsanemeyan hebe demê li penaberên nelegal digere.

Ev kongreya Moderatan li gel kêmkirina bacan, bergiryeke bihêz û baştir û bersîngirtina tawnkariyê ye

Berî sê salan serokê hîngê yê Moderatan Fredrik Reinfeldt, siyaseta vebûnê li hember xelkê ku ji şer û bindestiyê direviya dest pê kir. Wî herweha berî 12 salan siyaseteke nû ya ku Moderat ji rastê ber bi navendê birin girt. Niha jî û di vê kongreyê de diyar dibe ku Moderat careke din ber bi rastê ve diçin.

Fredrik Furtenbach şirovekarê Ekot dibêje her çi qas ew wî navê naînin lê ew ber bi rastê ve diçin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".