.
Wêne: Polisen/TT

Pênc kes bi tuhmeta kuştina heywanan tên dadgeh kirin

1:21 min

Îro dadgehkirina pênc zilaman li Luleå bi tuhmeta kuştina heywanên kûvî li Norrbotten dest pê kir.

Ev mezintirîn pirs e  di dagehê de li ser kuştina 8 heywanên kûvî li Swêdê.

Li gor dozgerê jîngehê Christer Jarlås, berî vê jî çend pirsên ji wî rengî hatine dadgehê, lê ji ber kêmiya polîsan ew nikaribûn li ser wan dadgehkirinan berdewam bibin.

Nêzîkî 50 polîsan, di havîna 2016 de, piştî ku zanyarî, bi rêya guhdarîkirina telefonên çend kesan, bi dest ketibûn, li çend deveran li Norrbotten, lêgerîn û lêkolîn li ser nêçîrkirina heywana kirin. Wan, di encamê de, bi tuhmeta tawana kuştina heywanan û bi kar anîna çekî pênc kes girtin.

Dozger xweşhal e bi karê polîsî ku zû bi ser wan kesan de girt û destê xwe deyna ser belgeyên pêdivî li ser tuhmeta nêçîrkirina wan heywanên kûvî.

Her pênc kesên tên dadgeh kirin wan hemî tuhmetan red dikin. Li Swêdê qanûna nêçîra heywanên kûvî heye. Tê de rêdar ji bo wê hene ka li kû derê, kengî û çawa nêçîr dikare bihê kirin. Her nêçîreke li derveyî vê qanûnê be dê wekî tawanekê be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".