.
Wêne: Alexander Larsson Vierth/TT

Dê bi rêya bacê heqê salane yê televîzyônê bihê dan

1:39 min

Îro û bi amadebûna wezîra kulturê Alice Bah Khunke komîteya public service û berpirsiyarê wê Sture Nordh pêşniyaza xwe ya di warê fînansekirina public service pêşkêş kir.

Pêşniyaza komîteyê ew e ku hemî kesên xwedî dahat û bi ser 18 saliyê de ne, dê bi rêya sîstema bacê, 1308 kronan salane bidin. Çend di malekê de hebin û xwedî dahatekê bacbar bin dê eynî heqî bidin.

Kesên ku dahatê wan yê mehane ji 13600 kronan kêmtir e dê heqekê kêmtir bidin. Mirovî televîzyon hebe yan nebe, ku dahatekê bac jê bigire hebe, dê vê xerciyê bide. Ev li gor pêşniyazê dê di 2019 de dest pê bike.

Ev tê wê manayê jî ku daîreya radyoyê (Radiojänst) ya ku heta niha heqê guhdarîkirin û dîtina radyo û televîzyona Swêdê distand, dê nemîne.

Heta niha weha ye ku her maleke xwedî radyo yan televîzyon mehanekê dide daîreya radyoyê. Ew pere ji bo fînansekirina public service tê xeric kirin.

Public service pêk dihê ji Radyoya Swêdê (Sveriges Radio), televîzyona Swêdî (SVT) û Radyoya Perwerdeyê (UR).

Par meha duwazde hikûmetê komîteyek ji heşt kesan pêk anî.  Ew heşt nûnerîya her heşt partiyên parlemanê dikin û karê wan ew bû, ew bo fînansekirina radio û televîzyona Swêdî (public service) bi pêşniyazekê derbikevin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".